Komên çekdar ên Filistînê bi mûşekan êrîşî başûrê Israîlê kir

Filistiniyan bi xwepêşandana peyman şermezar kir û 2 mûşek li bajarên Israîlê barandin.

Hemwextî îmzekirina peymana aştiyê komên çekdar ên Filistînî bi mûşekan êrîşî bajarê Eşdod ê Israîlê kir.

Di encama mûşekbaranê de 8 welatî birîndar bûn.

Artêşa Israîlê teqez kir ku 2 mûşek bi ser bajarê Eşdûd û Esqelanê de hatin û wan rê li pêşiya yekê girt.

Li Xeza û pêşiya Koşka Spî xwepêşandan li dijî peymanê li dar ketin

Her wiha beriya îmzekirina peymana aştiyê di navbera her sê dewletan de li Xezayê xwepêşandan li dar ketin û xwepêşanderan peyman şermezar kir.

Beriya îmzekirinê li pêşiya koşka Spî jî bi dehan filistînî kom bûn û peyman bi xapandinê bi nav kirin û şermezar kir.

Îmarat 13’ê Tebaxa 2020’an lihevkirina bi Israîlê re ragihand û îro jî bi rengekî fermî peymana aştiyê îmze kir.

Ji nava dewletên Ereb Îmarat welatê sêyemîn e ku peywendiyên xwe li gel Israîlê normal dike.

Beriya wê Misirê sal 1979’an û Urdunê jî sala 1994’an peywendî li gel Israîlê normal kirine.

Tê payîn ku çend welatên din ên Erebî jî, wê piştî Îmarat û Behraynê peymana aştiyê li gel Israîlê îmze bikin.

Back to top button