Îmarat û Behreyn peymana aştiyê bi Îsraîlê re îmze kirin

Îro bi rengekî fermî Îmaratê li gel Israîlê li koşka Spî bi merasîmekê peymana aştiyê îmze kir. Behrên jî peymana piştgiriya aştiyê bi Israîlê re îmze kir. Trump di merasîmê de axivî û got wê çend welatên din jî li pey Îmarat û Behrênê biçin.

Wezîrê Karê derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Zayêd El-Nehyan û serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahu peymana aştiyê li baxçeyê koşka Spî li waşintonê îmze kir.

Her wiha Behranê jî li gel Israîlê peymana piştgiriya aştiyê îmze kir.

Derdora 700 dîplomat ji seranserî dewletên cîhanê li şahiya îmzekirina peymanê amade bûn.

Serokê Amerîka Donald Trump di merasîmê de got ku ew bi saya van her sê dewletan ji bo pêkanîna aştiyê rêya dîrokê diguherin.

Trump diyar kir ku her sê dewlet wê balyozên xwe bişînên welatên hev û têkiliya xwe di gelek waran de xurt bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyaho jî beriya îmzekirinê axivî û got ku ji bo bidawîbûna nakokiyên di navbera Israîl û Filistîn wê peymana aştiyê wê li gel welatên din jî werin îmzekirin.

Back to top button