NY bal kişandin ser sûcên şer û mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîn.
Komîsyona Lêpirsîn a Sûriye ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, rapora têkildarî Sûriyê eşkere kir.
Rapoa li 45’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a li Ofîsa NY ya Cenevreyê hate nîqaşkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku hemû aktorên bi çek ên li Sûriyê bi domdarî sivîlan dikin hedef û got:
“Tevî agirbestê jî, Sûrî tên kuştin, bi zoriyên cidî û rû bi rûyên binpêkirinên mafên bingehîn tên.”
Her wiha di raporê hat destnîşankirin ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî Tirkiyê li Idlibê sûcên mirovî dikin.
Di raporê de sûcên artêşa Tirk û çeteyê wê li Efrîn û Serê Kaniyê jî cihê xwe girtin.