Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 63 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 2 rewşên mirinê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 63 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
- 12 li Dêrikê
- 6 li Hesekê
- 8 li Qamşlo
- 12 li Reqa ne
- 5 li Dirbêsiyê
- 2 li Kobanê
- 1 li Rimêlan
- 8 li Dêra Zorê
- 1 li Tebqa
- 6 li Amûdê
- 2 li Çil Axa
Desteyê diyar kir ku, 2 kes li bajarê Dêrikê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 18 jî rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 966’an, 309’an ji wan baş bûne û 48’an jî jiyana xwe ji dest daye.