Konseya Ewlekariyê daxwaz ji Guterres kir şanderekî li Lîbyayê bicih bike

Di demekê de ku civînên aliyên Lîbî ji bo çareserkirina aloziya li welêt zêde dibin, Konseya Ewlekariyê ya NY, daxwaz ji Guterres kir ku şanderekî taybet li Lîbyayê destnîşan bike.
Artêşa niştimanî jî ragihand ku xelîfeyê nû yê DAIŞ li Lîbyayê yê bi navê Ebû Ebdella, hatiye kuştin.

Konseya Ewlekariyê ya navnetewî, daxwaz ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres kir ku şanderekî taybet ji bo pêkanîna aştiyê li Lîbyayê bicih bike.

Ev pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ku Rûsya û Çînê dengdan li ser nekir, dema karê şandeya NY li Lîbyayê dirêj jî kir.

Guterres ji Reutersê re axivî û got:

Niha ji me tê xwestin em şanderekî nû destnîşan bikin û ji bo vê yekê em ê bi Konseya Ewlekariyê bişêwirin.

Rûsya Çînê jî da zanîn ku, ji ber ku pêşinyarên hatin paşguhkirin, me dengdan nekir.

Li ser vê yekê jî Guterres got: Destwerdana jimareke mezin ji dewletan di dosyaya Lîbî de û piştgiriya leşkerî ji bo her du aliyên şerê Lîbyayê û paşguhkirina biryarên Konseya Ewlekariyê, cihê matmayînê ye.

Şanderê berê yê NY li Lîbyayê Xesan Selama, ji ber rewşeke tenduristî, Adara borî istîfa kir.

Mismarî: Xelîfeyê DAIŞ li Lîbyayê hat kuştin

Berdevkê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî ragihand, ku Xelîfeyê nû yê DAIŞ li Lîbya, yê bi navê Ebû Ebdella, di operasyoneke artêşê de hat kuştin.

Mismarî, derbarê bûyerên ku li bajarê Sebhayê qewimîn diyar kir ku, rêxistinên terorîst li başûr rojavayî welêt sûcan dikin, ji ber vê yekê artêşê destwerdana leşkerî kir.

Ehmed Mismarî da zanîn ku agahî gihiştin ber destê wan ku şaneyeke terorîst Sebhayê tev digere, lewra artêşê berî da wir û di navbera wan û çeteyan de şer derket.

Mismarî eşkere kir ku di encama vî şerî de, di nav de xelîfeyê DAIŞ’ê, 9 çete hatin kuştin û 2 jin hatin girtin.

Meha borî, artêşa Lîbî ragihand ku yekîneyên wan, şaneyeke DAIŞ’ê ku plana êrîşan li ser avahîsaziyên petrolê dikir, têk bir.

Back to top button