Ehmed Şêxo: Pêngava me wê bibe bersiva êrîşên li ser gelê me

PYD’ê ya şaxê herêma Firatê bi daxuyaniyekê di 14`ê vê mehê de bi silogana “Na ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re” pêngavek ragihand. Hevserokê PYD`ê yê herêma Firatê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku pêngav wê bersiva hemû planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide.

Ehmed Şêxo diyar kir ku wê pêngav di demeke nêz de dest pê bike û wê bersivê bide hemû planên hundir û derve yên li dijî gelê herêmê.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk hem êrişî gelên herêmê dike hem jî hewl dide civakê ji hundir ve ji hev bixe û fitneyê derxîne û niha gelek rêbazên şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Ehmed Şêxo piştrast kir ku dema pêngavê ne diyar e û heta derxistina dagirkeran, sererastkirina şaştî û kêmasiyên di rêveberiyê û saziyan de û parastina nirx û destkeftiyên şoreşê wê dewam bike.

Back to top button