Şandeyeke Birîtanî li gel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya

Şandeyeke Birîtanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û li gel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya..

Di hevdîtinên Şandeyê û Rêveberiya Xweser de, mijarên weke şerê li dijî DAIŞ’ê, dozên siyasî û Vîrûsa Coronayê hatin nîqaşkirin.

Piştî ku hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve, Seroka Desteya Jinê û Rêveberiya Dergeha Sêmalkayê Şandeya bi serokariya berdevekê taybet ê Birîtaniya yê ji bo Sûriyê Martin Longden pêşwazî kir, herdû alî li avahiya daîreyê ya li Qamişlo civîneke girîng pêk anî.

Omer: Me girîngiya tevlbûna hemû pêkhateyan di çareseriyê de nîqaş kir

Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer ji ANHA’yê re diyar kir ku, “ev serdaneke girîng e û nexasim Birîtaniya endameke Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ye.”

Omer destnîşan kir ku, ” Wan li ser çareserkirina aloziyê li gorî biryara 2254 bi beşdarbûna hemû pêkhateyan teqez kiriye, ew gelekî bi bê yekê kêfxweş in”

Rêveberiya Xweser zarokeke Birîtanî radestî şandeya wan kir

Di heman serdanê de, Daîreya Têkiliyên Derve zarokeke 4 salî bi eslê xwe birîtanî ye radestî şandeyê kir.

Back to top button