MXDŞ: Em ê bi têkoşînek yekpare û xurt dewleta Tirk têk bibin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê sazî û dezgehên gel ên Şengalê îro bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê diyar kirin.
Desteya Rêveber a MXDŞ’ê, ragihand ku ew wek sazî û dezgehêh Şengalê tevlî pêngavê dibin û ewê bi têkoşîn ê berxwedaniya xwe faşîzma dewleta Tirk têk bibin.

Her ku diçe piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê a dijî dagirkeriyê zêde dibe.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ; sazî û dezgehên gel ên Şengalê îro bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên êrîş û nîjadperestiyê diwaze herêmê dagir bike.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo dawîanîna dagirkeriya li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Ocalan ew tevlî pêngava KCK’ê dibin.

MXDŞ’ê got:

“Em weke civaka Êzidî tevlî pêngava KCK’ê dibin û heta azadiya Rêber Apo têbikoşîn.

Êdî dem hatiye ku tecrîda li ser Rêber Apo bê şkandin û Rêber Apo bê azadkirin.

Ji bo vê jî em ê weke civaka Êzidî, weke MXDŞ çi dikeve ser milê me em ê bikin.”

Desteya Rêveber a MXDŞ’ê dazanîn ku encax bi têkoşînek yekpare, xurt, bi serhildan û berxwedanê faşîzma dewleta Tirk dê were têkbirin.

Duh jî Insiyatîfa Demokratîk a Gel a Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngava KCK’ê de pêngava “Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin” li Silêmaniyê ragihand.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku heta têkbirina hemû hewldanên dagirkeriyê, wê ev pêngav bidome.

Insiyatîfa Demokratîk a Gel a Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyê de diyarkiribû ku beşeke girîng a pêngava wan wê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî were veqetandin.

Back to top button