Aldar Xelîl: Destkeftiyên li parçeyekî Kurdistanê ji bo perçeyên din destkeftî ye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku destkeftiyên li parçeyekî Kurdistanê ji bo parçeyên din jî destkeftî ye.

Aldar Xelîl li ser malpera xwe ya tevna civakî wiha got:

“Destkeftiyên li parçeyekî Kurdistanê, ji bo parçeyên dîtir jî destkeftî ye.

Rojava yek ji destkeftiyên ku bi saya têkoşîneke dîrokî hatiye bidestxistin e.

Divê piştgiriya wê bê kirin û bi taybetî di mijara pêkanîna yekitiya netewî de.

Başûrê Kurdistanê tecrubeyeke baş e û xwedî derfetên piştgirîdayîna parçeyên din e.”

Xelîl ev pirs kir:

“Çima wekî ku du welatên tu girêdan di navbera wan de tune ye, dan û standin li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê tê kirin?

Back to top button