Serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac ku piştigiriya xwe ji Tirkiyê digire, duh ji peywira xwe istîfa kir.
Fayiz El-Serac derbarê istîfaya xwe de, daxuyaniyek da û got:
“Ez ê desthilatê di dawiya Cotmehê de radestî rêveberiya nû bikim.”
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev biryara Serac piştî çend hefteyan ji xwepêşandanên li Terabilusê û gelek bajarên rojavayê Lîbyayê yên li dijî hikumeta El-Serac, pêk hat.