Vahap Işikli: Dewleta Tirk ji bo herêmê vala bike daristanan dişewitîne

Ev zêdeyî 4 mehe dewleta Tirk a dagirker daristanên çiyayê Bakurê Kurdistanê dişewitîne
Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku dewleta Tirk bi şewata daristanên çiyayê Cûdî, Gabar û Bestayê armanc dike ku li van deran baregehên leşkerî çêbike û herêmê bixe herêmekî leşkerî.

Dewleta Tirk di çarçoveyê şerê tinekirinê de yê ku li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, li Kurdistanê ji mirovan heta xwezayê her tiştî dike hedef.

Di vê çarçoveyê de jî bi awayekî hovane ji Şirnexê heta Amed, Çewlik, Dêrsim û Colemêrgê her devera Bakurê Kurdistanê dişewitîne.

Li herêma Çiyayê Cûdiyê şewat pêl bi pêl belav dibe. Şewata ku li gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Cifanê, Nevaqara û Avgamasya rû dabû dewam dike.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli ku serdana herêmê kir, der barê şewatê axivî û destnîşankir ku dewleta Tirk dixwaze herêma Şirnexê vala bike û veguherîne qadên leşkerî, leşkergehan.

Vahap Işikli got:

“Li cihê ku şewat derdikeve li wê herêmê demildest qereqol têne avakirin. Niha şewat li 7 cihên cuda belav bûye. Berî şewatê jî nêzî salekê bênavber cerdevanan darên li herêmê dibirin.

Li gorî agahiyên gundiyan bi taybetî darên kizwanan tên birîn. Weke tê zanîn ev darên kizwanan jî çavkaniya debarê ya xelkê herêmê ye.

Bi vî awayî dixwazin xelkê herêmê bi birçîbûnê terbiye bikin û rê li ber koçberiyê vekin.”

Işikli destnîşan kir ku artêşa dagirker him qirkirina ekolojîk pêk tînin û him jî destûr nadin ku ti kes biçe herêmê û şewatê vemirîne. Dewlet bi destê xwe daristanê dişewitîne.

Back to top button