Zelal Ceger: Divê Kurd di vê qonaxê de çarenûsa xwe diyar bikin

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger li ser banga Konseya Rêbeber a KCK’ê axivî û got: “Banga KCK’ê ya bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê di demekê de ku xeteriya dewleta Tirk li ser herêmê û bi taybetî li ser gelê Kurd zêde dibe, pêk hat, tişa dikeve ser milê me em ê pêk bînin.”

Têkildarî hemleya têkoşînê ya KCK`ê a bi navê “Bes e ji dagirkeriyê re, dema parastian şoreşê ye” ajansa nûçeyan a Hawarê bi Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger re hevpeyvînek pêk anî.

Zelal Ceger di hevpeyvînê de bal kişand ser giringiya daxuyaniya KCK’ê ya girêdayî êrîşên li ser herêmê û got:

Dewleta Tirk niha bi awayekî eşkere siyaseta Osmanî dimeşîne.

Li ser vê yekê, di daxuyaniya KCK`ê de xeteriya gavên dewleta Tirk li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê, tê diyarkirin.

Ji lewra, gelê Rojava daxuyaniya KCK`ê erênî dibînin û ew ê di vê derbarê de tedbîrên pêwîst bigirin.

Zelal diyar kir ku bangewaziya KCK`ê di vê demê de ji bo yekkirina gelê Kurd li her derê ye û wiha domand:

Pêwîst e gelê Kurd li dor vê hemleyê kom bibe, ev yek ji bo me destkeftiyeke bi nirx e, azadiya Ocalan azadiya me ye.

Divê em bi çalakiyên xwe piştgiriya vê hemleyê bikin û bi hêz tevlî bibin, çi li Rojava çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

”Divê tevahî aliyên siyasî li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe bikin yek”

Her wiha Zelal Ceger anî ziman ku helwesta gelek aliyên siyasî yên hikumeta Başûrê Kurdistanê û di nav de PDK`ê ya li hemberî kiryarên li dijî gelê Kurd pêk tên, cihê şermezariyê ye û dibêje:

Divê hemû aliyên siyasî li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe bikin yek.

Hikumetên Iraqê, Sûriyê û raya giştî ya cîhanê li hemberî binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, bêdeng in.

Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt xwe bi rêxistin bikin û li dor yekitiya netewî kom bibin.

Ji bo azadiya Rêber Ocalan û parastina destkeftiyên xwe li Rojava, her tiştê dikeve ser milê me em ê bikin.

Back to top button