Fermandariya NPG: Gerîla wê bi xurtî tev li pêngava KCK’ê bibe û pêşengtiyê bike

Fermandariya Biryargeha NPG’ê destnîşan kir ku gerîla û hêzên xweparastinê wê bi xurtî tev li pêngava KCK’ê bibin û bi erka pêşengiyê rabin.
NPG’ê diyar kir ku pêngava KCK’ê, pêngaveke di asta dîrokî de hêja û girînge û wê li dijî pêkanînên faşîst ên li Tirkiyê bi roleke girîng rabe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” peyamek ji hêzên gerîla û xweparastinê re şand.

Fermandariyê NPG’ê ragihand ku, wê yekîneyên wan ji bo têkbirina faşîzmê bi xurtî tev li pêngavê bibin.

Fermandariyê destnîşan kir ku pêngava KCK’ê ya 12’ê Îlonê da destpêkirin, wê li dijî pêkanînên faşîst ên li Tirkiye bi roleke girîng rabe.

Fermandariya NPG’ê di peyama xwe de wiha got:

“Bêguman ev pêngav, ji bo têkbirina sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo ji aliyê rejîma Tirk a faşîst-mêtinger ve tê meşandin.

Di serxistina berxwedana dijî dagirkeriyê de wê gaveke girîng bide avêtin.

Ev pêngav tê wateya bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ku stratejiya serxistina têkoşîna me ye.

Li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin, wezîfeya hêzên me hemûyan e ku di vê pêvajoya pêngavî de bi rola pêşengiyê rabin.”

Fermandariya NPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, têkoşîn, berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Fermandariya NPG’ê di dawiyê de serketin ji yekîneyên xwe re xwest û anî ziman ku her yek ji wan leşkerekî Apocî ne.

Back to top button