Li Efrînê dewleta Tirk 5 sivîl ji gundê Birîmce revandin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 sivîl ji gundê Birîmce yê Mabatayê û ji navenda bajêr jî 4 sivîl ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Revandina şêniyên Efrînê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirineke ku rojan e pêk tê ye.

Malpera Çalakvanên Efrînê eşkere kir ku 15’ê Îlonê, artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê 5 sivîl ji gundê Birîmce yê navçeya Mabatayê revandin.

Malperê ragihand ku şêniyê bi navê

Xelîl Mihemed Osman

Welîd Mistefa Mûse

Fayêq Sebrî Mûse

Mihemed Henan Mûse

Mistefa Mihemed Sîdo ev cara sêyemîn e ku tên revandin.

Malperê da zanîn piştî ku her yekî ji wan 700 LT weke fidiyê da, çeteyan ew berdan.

Dewleta Tirk 4 sivîl ji taxa Efrîna kevin revandin

Malpera Afrîn Post jî ragihand ku Istixbarata dewleta Tirkiyê 4 sivîl ji taxa Efrînê ya kevin li navenda bajêr revandin.

Malperê da zanîn ku Istixbarata Tirkiyê, teqîna 14’ê Îlonê li çerxereya Kawa ku pêk hatî, kiriye buhane û operesyoneke revandina şêniyan daye dest pê kirin.

Li gorî malperê jî bi armanca derxistina tevleheviyê, koçberkirina şêniyên resen û dizîna endamên laşê qurbanên teqînê, Istixbarata Tirk bi xwe teqîn pêk anî ye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî ji destpêka meha Îlonê ve revandina 49 kesan di nav de jî jin belge kir.

Back to top button