Hevserokê KCD’ê Berdan Qzturk: Li dijî êrîşan yekane çareserî yekîtiya netewî ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku yekane çareseriya li dijî êriş û zextên li ser kurdan yekîtiya neteweyî ye û pêwîste Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bicive.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk derbarê zextên li ser KCD’ê û yekîtiya netewî de axivî.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku yekane çareseriya li dijî her cûre zext, êriş û girtina li ser kurdan yekîtiya neteweyî ye û got:

“Pêwîste êdî Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bicive.

Her ku em daxwazên xwe tînin ziman bi operasyonan bi ser KCD’ê ve tên.

Ev 13 sale KCD xebatên xwe didomîne, lê dewlet niha dixwaze KCD’ê ji holê rabike.

Dewletê dît ku KCD alternatîfekê diafirîne ji ber vê yekê jî zextan zêde dike.

Armanca KCD’ê ew e ku civakê li ser zemînek demokratîk bigihîne hev.

Dewletê ferman da Dadgeha Bilind û KCD’ê derqanûnî ragihînin. Armanca dewletê ew e ku her kesî bêdeng û bêzar bike.

Li hemberê vê jî divê em yekitiya xwe avabikin.”

Back to top button