Desteya Çandinî û Aborî 13 navend ji bo belavkirina tovê genim li cotkaran diyar kir

Desteya Çandinî û Aborî 13 navend ji bo belavkirina cureya baş a tovên genim li cotkaran veqetandin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dabînkirina tovên genim ji cotkaran re ji 10`ê Îlonê ve ragihandiye ku ew ê tovan belav bike.

Desteya Aborî ji bo hêsankirina xebatên belavkirina tovan, 13 navendên sereke li herêmên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo radestkirina tovên genim diyar kir.

Desteyê tona cureya baş a genim bi 360 hezar lîreyê Sûriyê diyar kiribû, her wiha cotkar dikarin next û deyn bi rêya peymanan tovan bikirin.

Desteyê destnîşan kir ku dema radestkirina tovan û miqdara wê nehatiye diyarkirin û ji bo ku cotkar tovên genim bê astengî bi dest bixe,mekanîzmayek destnîşan kir.

Back to top button