Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê: Divê em piştgiriya pêngava KCK`ê bikin

Hevserokê Meclisa Herêma Efrînê Mihemed Naso jî derbarê girîngiya pêngava KCK’ê de axivî.

Mihemed Naso dazanîn ku pêngava ku KCK`ê daye destpêkirin, erkek ji bo parastina mafên gelê Kurd û pêkanîna azadiyê ye û divê Kurd hemû piştigiriyê bidin pêngavê.

Naso diyar kir ku ragihandina KCK`ê vê pêngavê di vê dema dîrokî û hesas de gelek girîng e bi taybet ji ber ku ev pêvajo ji bo Kurdan, pêvajoya hebûn û nebûnê ye.

Mihemed Naso di berdewamiya xwe de dazanîn ku niha hewildanên qirkirina kurdan û ji holê rakirina destketiyên wan hene û got:

“Ev yek bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herî dawî jî li Heftanînê derket holê.

Netenê ev der niha rewşa başûr jî di xeteriyê de ye. Tevê wî jî hîn aliyên kurdî li hember dagirkeriyê bêdengin.”

Naso bang hemû partiyên kurdî kir ku yekîtiya xwe avabikin û piştgiriyê bidin vê pêngavê, li hember dagirkeriyê xwedî helwestbin. Ji ber ku ev pêngav maf û azadiya gelê Kurd li ser asta çar parçeyên Kurdistanê diparêze.

Back to top button