Amerîka hişyariya firotina çekan ji bo Îranê da

Şanderê Amerîkî yê taybet ê dosyaya Îranê Iilyut Abramiz hişyariya firotina çekan ji bo Îranê da.

Iilyut Abramiz da xuyakirin ku wê Amerîka cezayan li çi şirketên ku çekan bifiroşe Îranê bibire; bi taybet piştî dirêjkirina qedexeya çekan a li ser wê.

Ev hişyarî, piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve Mike Pompeo bi çend saetan hat dayîn.

Mike Pompeo digel hempîşeyê xwe yê Birîtanî Domînîk Rab da zanîn ku ew ê hewl bidin ku qedexeya li ser Îanê dirêj bikin.

Pompeo destnîşan kir ku ew ê hefteya bê li NY bin, da ku vegerandina cezayan li ser Îranê guftûgo bikin û got:

“Em ê her tiştî ji bo sepandina van cezayan bikin.”

Wezîrê Derve yê Birîtanya Domînîk Rab jî diyar kir ku divê Îran çekên nuklerî bi dest nexe û destek da helwesta Amerîkayê.

Back to top button