Parlementoya Ewropa: Divê Enqere dest ji gotinên şer û nîjadperestî berde

Parlementoya Ewropa ji ber gefênxwarinên dewleta tirk ên li dijî welatên cîran pêşniyaznameya ku xistî dengdanê pejirand.
Parlementoyê ji Tirkiyê xwest ku dest ji avakirina hestên nîjadperestiyê berde.

Civata Giştî ya Parlementoya Ewropa li Birûkselê li ser tevgera dewleta tirk ya li derya Spî civiya.

Di civînê de pêşniyaznameya ku li dijî tirkiyê hatî amadekirin ji aliyê piraniya parlementeran ve hate erêkirin.

Ji 694 parlementerên ku dengê xwe bikar anîn, 601 dengê Erê, 57 dengên Na û parlementerên din jî deng bikar neanîn.

Bivî awayî pêşniyaza ku hate erêkirin di hefteya bê de wê di civîna serokên Ewropayê de amade be.

Di cîvîna serokan de, wê pêşniyar û hêviyên PE li ber çavan were girtin.

Di pêşniyazê de tê gotin, ji ber tevgera derqanûnî ya dewleta tirk li Derya Spî, pêşî li aştiyê tê girtin.

Tê gotin divê dewleta tirk ji tevgerên yek alî yên li Derya Spî û dest ji gotinên derxistina şerekî nîjatperestî berde.

Back to top button