Di navbera Tirk û Rûsan de li ser Idlibê hevdîtin tên kirin

Dewleta Tirk û Rûs di mijara Idlibê de hevdîtinan dikin.

Li aliyê din ji bo ku Rûsya Idlibê ji kontrola çeteyên dagirkeriya Tirk derxe, ji nû ve dest bi bazaran kir.

Çavkaniyên Rûsî ragihandin ku Moskow li gel Enqere mijara kêmkirina hêzên Tirkî nîqaş dike.

Li gorî çavkaniyan şandeyeke Rûsî roja Sêşemê li gel berpirsyarên Tirkiyê kêmkirina hejmara xalên çavdêriyê yê Tirkî li Idlibê nîqaş kirin û lê belê her du aliyan li hev nekirin.

Dagirkeriya Tirk daxwaza Rûsî ya kêmkirina xalên çavdêriyê red kir, lê belê kişandina çekên giran ji Idlibê û dorhêla wê erê kir.

Roja Sêşemê hemwextî danûstandinên Rûsî-Tirkî derbarê Sûriyê û Lîbya de, balafirên Rûsî bi giranî çeteyên dagirkeriya Tirk li dorhêla Idlibê topbaran kirin.

Lê zêde çete li gundê Şêx Behr li bakurê Idlibê jî ji aliyê keştiya Rûsî ya li derya Spî hatin topbarankirin.

Her wiha hêzên Rûsî razî nebûn ku dewriyeyeke hevbeş li gel hêzên Tirkî li ser rêya M4 ku Laziqiyê bi Helebê ve girê dide, bimeşînin.

Hêzên Tirkî bi tenê dewriye meşandin.

Çavdêrên dibînin ku peymana Sotçî ya 5’ê Adarê heta niha ji ber şerû nakokiyên li ser erdê bi giştî pêk nehatiye.

Ji ber vê yekê rewşa Idlibê ne zelal e û dibe ku di demên pêş de şerekî gur rû bide.

Back to top button