Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê polîs dema ku çûn binçavkirina Mehmet Çetînkaya yê ku cezayê wî hatibû erêkirin, hemû taxa ku Çetînkaya lê bû, dorpêç kirin.

Li Êlihê, polisan Mehmet Çetînkaya yê ku cezayê wî hatibû erêkirin, binçav kirin.

Balkêş bû polis, dema ku çûn binçavkirinê taxa Korikê ya ku Çetînkaya lê bû hemû dorpêç kirin.

Di dorpêça ku bi qasî 4 saetan berdewam kir de polisan heqaret li niştecihên taxê kirin û destûr nedan ku kes derkeve kuçeyan.

Polisan bi Çetînkaya re birayê wî Îbrahîm Çetînkaya û Şefîk Aksû jî bi derpkirinê binçav kirin.

Hat hînbûn ku polisan kesên binçav kirine birine Miduriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Back to top button