Fûad Hisên: Divê welatên cîran rêzê ji serweriya Iraqê re bigrin

Dewleta Tirk a dagirker rojane Başûrê Kurdistanê ku perçeyek axa Iraqê tê hesibandin bombebaran dike.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên îro bang li welatên cîran yên Iraqê kir rêzê li serweriya Iraqê bigrin û destwerdanê di karê navxweyî yê Iraqê de nekin.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn li paytexta Belçîka bajarê Brukselê,derbarê mijarên di rojevê de bersiv da rojnamevanan.

Fûad Huseyîn derbarê êrîş û destwerdaan li ser Iraqê de diyar kir ku ew dixwazin welatên cîran ên Iraqê ji serweriya Iraqê re rêz bigrin.

Huseyîn diyar kir ku Enqere û Îran bi destwerdana xwe ya Iraqê ve dibin sedema pirsgirêkan.

El-Sedir: Divê parlamentoya Iraqê dawî li dagirkeriyê bîne

Serokê Eniya Sedir, Muqteda El Sedir jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ti mafê kesî nîne Iraq’ê bixin tunelek tarî.

Muqteda El Sedir ji parlamentoyê xwest ku mudaxale bike, nehêle destwerdan li ser axa Iraqê pêk bê û divê parlemento dawî li dagirkeriyê bîne.

Back to top button