Li Bedlîsê 3 kes hatin girtin

Ji 5 kesên ku di serdegirtinên malan ên li navend û navçeyên Bedlîsên hatîn binçavkirin de, 3 jê hatin girtin.

Di serdegirtinên malan ên sibeha Sêşemê ku li navend û navçeyên Bedlîsê de hatin destgîrkirin, Bêrîvan Saz heman rojê hate berdan, Şerîf Çoban, Barî Karakuzu û Havzullah Erkoç piştî kar û barên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.

Sanî Gunerî yê ku di çarçoveya heman dosyayê de li Stenbolê hatî destgîrkirin, bi rêya SEGBÎS’ê îfade da.

Ji aliyê Dadgeriya Lêpirsîna Cezayê Sulh a Bidlîsê ve, Şerîf Çoban, Barî Karakuzu, Sanî Gunerî, Havzullah Erkoç hatin girtin.

Çoban, Karakuzu û Erkoç rêkirin Girtîgeha Bedlîsê û ne hate zanîn ku Gunerî birin kîjan girtîgehê.

Back to top button