Salih Gedo: Ti partiyên Kurdî ji lêvegerê nehatine bidûrxistin

Têkildarî “Lêvegera Kurdî ya Bilind” Sekreterê Partiya Çepa Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji Ronahî TV re ragihand ku, rê li ber hemû aliyên Kurdî vekiriye û ti alî nehatine bidûrxistin.

Salih Gedo yê ku di heman demê de endamê komîteya danûstandinên Kurdî -Kurdî ye bal kişand ser nebûna Partiyên Pêşverû û Yekîtî di nava lêvegerê de û diyar kir ku, cihê hemû aliyan di nava lêvegerê de heye.

Gedo bersiv da hemû idiayên ku herdû partiyên navborî hatine bidûrxistin û piştrast kir ku, ti aliyek ji aliyê wan ve ji nava lêvegerê nehatiye derxistin.

Berî niha Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl ji Ronahî TV re eşkere kir ku, “ji bo beşdarbûna hemû aliyên kurdî, wan navê lêvegera Kurdî ya Bilind hilbijartiye.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku, divê yekîtiyeke ku hemû alî cihê xwe di nav de bigirin were avakirin, da ku bikaribe nûnertiya hemû kurdan bike.

Back to top button