Wezareta Derve ya Fransa: Divê hêzên siyasî yên Libnanê bi serokatiya Mistefa Edîb hikumetê nû ava bikin

Fransa bang li hêzên siyasî yên Libnanê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û hikumetê bi serokatiya Mistefa Edîb ava bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê, duh di kongreyeke çapemeniyê de axivî û got:

“Em bang li hemê hêzên siyasî yên Libananî dikin ku berpirsyariya xwe bicih bînin.

Her wiha bê derengî li ser avakirina hikûmeta nû bi Mistefa Edîb re erê bikin da ku daxwazên gelê Libnanê pêk bînin.”

Fransa mixabîniya xwe anî ziman, ji ber ku siyasetmedarên Libananê sozên xwe heta niha pêk neanîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, herî dawî serdana Libnanê kiribû, hêzên siyasî jî soz dabûn ku ew ê 15’ê Îlonê hikûmeta nû ava bikin.

Back to top button