Rêveberiya Xweser îro dergeha Ewn Dadat ji bo bazirganî, çûn û hatinê vekir

Bi biryara Rêveberiya Xweser îro dergeha Ewn Dadat a li bakurê bajarê Minbicê, hat vekirin. Nûçegihanê me ragihand ku li aliyê çeteyên Tirkiyê dergeh nehatiye vekirin, ji ber vê yekê liv û tevger lawaz e.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Deriyê Ewn Dadat ku Minbicê bi herêma Cerablusê ya dagirkirî ve girê dide ji aliyê xwe de vekir.

Li gorî biryara Rêveberiyê wê heta 10 rojan derî ji bo bazirganî û çûn û hatina sivîlan vekirî be.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên xwedî nasnameya şexsî, nasnameya rûniştinê û nasnameya derbidariyê dikarin derbas bin.

Her wiha kesên derbas bûne jî dikarin bi kartên berê pê serdan kirine derkevin.

Rêveberiya Minbicê wê Komîteya Tenduristiyê erkdar bike da ku kesên ji derveyî sînorê Rêveberiya Xweser derbas bibin testan ji wan re çêkin.

Nûçegihanê me ragihand ku li aliyêTirkiyê de derî nehatiye vekirin, ji ber vê yekê liv û tevger lawaz e.

Ji ber bekavbûna vîrusa Corona dergeh ji Adara îsal ve dergeh hatibû girtin.

Back to top button