Aydenîz: Ger sûcê şer heye hûn çima gav navêjin?

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, li Rihayê, rapora sûcan a NY’yê ya derbarê Efrîn û Serê Kaniyê bi bîr xist û got:

Ger sûcê şer hene hûn çima gav navêjin? Tenê bi amadekirina raporê nabe. Aydenîz bi eşkereyî anî ziman ku ger NY jî gavan ne avêje tê wateya ku ew jî hevparî vî sûcî ne.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdanên xwe yên gel ên li bajarên herêmê bi Rihayê dewam kirin.

Bi beşdariya Hevserokê KCD’ê Berda Ozturk û Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê civîna gel hat lidarxistin.

Parlamenterên HDP’ê yên bajar Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn û ji rêxistinên sivîl jî gelek kes tevlî civînê bûn.

Dema civînê avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û kesên ku beşdarî civînê bûne wêneyê wan hat kişandin.

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz mijarên di rojevê de nirxand.

Saliha Aydenîz rapora ku Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê amade kiribû jî bi bîr xist û ev tişt anîn ziman:

“NY’yê têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re belge kir.

Dîsa destdirêjî, hilweşandin û îşkenceya Tirkiyê jî belge kir û diyar kir ku ev sûcê şer e.

Em ji vir ji NY’yê dipirsin; baş e hûn çima li dijî tiştên pêk hatine gav navêjin.

Tenê bi amadekirina raporê nabe.

Ger hûn gav navêjin tê wateya ku hûn jî hevparî vî sûcî ne.”

Aydenîz: Bi Ocalan re tecrîd li ser hemû gel tê kirin

Aydenîz bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û wiha domand:

Hêzên serdest ji bo bi rêvebirina projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn Rêber Ocalan radestî Tirkiyê kirin.

Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn.

Tifaqa AKP-MHP’ê bi şerê ku dimeşînin hewl didin hebûna xwe bidomînin.

Back to top button