Nûnerên saziyên Şengalê: Heta azadiya Rêber Apo wê çalakiyên me bidomin

Endamên sazî û rêxistinên Şengalê piştgiriya xwe ji Pêngava KCK’ê re ragihandin û diyar kirin ku heta azadiya Rêber Abdulah Ocalan mîsoger Bibe, xweseriya Şengalê jî misoger bibe ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya ku KCK’ê ji 12’ê Îlonê de daye destpêkirin li Şengalê jî çalakiyên piştgiriyê dewam dikin.

Endamên sazî û rêxistinên Şengalê piştgiriya xwe ji bo pêngavê ragihandin û derbarê pêngavê de axivîn.

Endama Meclîsa Tevgara Azadiya Jinên Êzîdxan-TAJÊ Xoxê Dexîl, diyar kir ku heta azadkirina Rêber Ocalan û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamê Tevgera Ciwanên Êzidî Ehmed Berkat jî piştgiriya xwe bi pêngavê re anî ziman û bang li ciwanên Êzdîxanê kir ku ji bo azadiya Şengal û Rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

Hevserokê Mecelîsa Sinûnê Xwedêda Elyas jî bal kişand ser giringiya Azadiya Rêber Ocalan û got:

“Di vê pêvajoyê de pêngaveke wisa ji bo gelê Kurd û azadiya gelê Kurd gelek girîng e.

Ji ber ku azadiya Rêber Apo ji hemû pirsgirêkan re dermanê çareseriyê ye.

Mifta deriyê çareseriyê bi azadiya fikir û ramanên Rêber Apo ye.

Bêyî azadiya wî çareserî ne gengaz e.”

Back to top button