“Rapora Komîteya Navneteweyî kêm e; tenê beşek sûcên Tirka diyar kiriye”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid El-Hamid El-Mehbaş bêdengiya navneteweyî li hemberî binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî, rexne kir.
Her wiha destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ne bese ji ber ku tenê balê dikişîne ser parçeyekî ji sûcên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê.

Komîteya Lêpirsînê ya Naveneteweyî ya serbixwe 14’ê Îlonê girêdayî rewşa Sûriyê raporek pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan kir.

Komîteyê di rapora xwe de behsa sûcên artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê yên ji 11`ê Çileya 2020`an heta 1`ê Tîrmehê ve ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne, kir.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Hamid El-Mehbaş axivî.

El-Mihbaş diyar kir ku tevî sûcên zelal yên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tîne jî, civaka navneteweyî bêdeng e.”

El-Mihbaş dazanîn ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, kuştin, talan, destdirêjî, dizîya şûnwaran, êşkence, revandin, guhertina demografîk, gelek sûcên bi vî rengî pêkaniye.

El-Mehbaş piştrast kir ku ev sûcên navneteweyî ne,berpirsên wî ne çete, dewlet Tirk e û tişên ku raporê de hatine beskirinin kêm e, beşek ji sûcanin.

“Divê NY li hember sûcên şer bêdeng nemîne bi erka xwe rabe”

Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember sûcên şer ê dewleta tirk rexnekir û got:

“Berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî dikeve ser milê civaka navneteweyî û divê helwesta xwe ya neyinî, bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk biguhere.

Divê NY`yî wekî rêxistineke navneteweyî li hember sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Idlib, Cerablus û Ezazê pêk tên, bi erkên xwe rabe.”

Back to top button