Hêzên rejîma Îranê kolberekî din birîndar kirin

Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de, kolberek din li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê duh hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de komek kolber gulebaran kirin.

Êrîş bi taybet li herêma Çaldêran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve pêk hat.

Di encama gulebaranê de, kolberê bi navê Mihyedîn Dudkanlu birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Çaldêranê.

Ne cara yekemîn e ku kolber rastî êrîşên bi vî rengî tên, her tim rêjîma îranê rê li pêşiya kolberan digire û wan armanc dike.

Back to top button