Dewleta Tirk a dagirker 2 jinên Efrînê revandin

Revandina jinan jî, ji aliyê dagirkerkan ve dewam dike.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê eşkere kir ku, dewleta Tirk û çeteyên wê jina bi navê Ufê Sîdo ya ji gundê Kora ya Cindirêsê revandin û heta niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Heman rêxistinê ragihand ku jina bi navê Meryem Evdikê Şêxo jî ji gundê Qêsim ê Recoyê, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Rêxistinê da zanîn ku heta niha jî çarenûsa Meryem nehatiye diyarkirin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî revandina 52 sivîlan di nav de jî jin, ji destpêka Îlonê û heta niha belge kir.

Back to top button