PYNK: Divê rê li ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê were girtin

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd PYNK jî der barê rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û encamên vê raporê erênî dît. PYNK’ê ji Civaka Navnetewî xwest ku dewleta Tirk û çeteyên wê ku berpirsên sûcên li herêmên dagirkirî ne, darizînin û dagirkeriya wan li herêmê bi dawî bikin.

Di 14`ê Îlonê de Komîsyona Lêpirsînê ya Naveneteweyî ya serbixwe, girêdayî rewşa Sûriyê raporek pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan kir û tê de behsa sûcên artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, kir.

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd jî der barê vê raporê de daxuyanî da û got, “Raporê beşekî piçûk ên binpêkiirna dewleta Tikr û çeteyên wê li dijî gelê kurd li herêmên dagirkirî eşkere kir.”

PYNK’ê encamên vê raporê erênî dît û eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê kurd li herêmên ku dagirkirine bi fermana dewleta Tirk sûcan pêk tînin.

Di rapora PYNK’ê de piştgiriya Tirkiyê ya ji bo çeteyan, di nav de DAIŞ û Cebhet El Nusra û veşartina wan di bin navê qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûrî de, hat destnîşan kirin.

PYNK’ê bal kişand li ser beşê din jî yê di raporê de ku behsa herêmên Rêveberiya Xweser jî dike û ji komîteyê xwest ku bixwe serdana herêmê bike, rastiya van idîayan bibîne û jê pişt rast bibe.

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de ji Civaka Navnetewî di serî de ji Koalisyona navnetewî, Amerîka , Rûsya û Rêxistinên Mafên Mirovan xwest ku rê li pêşiya van binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin, dagirkkeriya li herêmên kurdan û yên Sûrî bi dawî bikin û berpirsên van sûcan darizînin.

Back to top button