Amerîka mekanîzmeya Snapak a vegerandina cezayên li ser Îranê ragihand

Amerîka karîgerkirina mekanîzmaya Snapakê ragihand. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da xuyakirin ku nepabendbûna dewletên endam bi Snapakê, wê pirsgirêkan derxe. Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guterres jî diyar kir ku ew nikare tiştekî ji bo vê mekanîzmeyê bike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê karîgerkirina mekanîzmeya Snapak a vegerandina sepandina cezayan li ser Îranê ragihand.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da xuyakirin ku ev ceza, wê demkî ji bo qedexekirina çekan bên birîn.

Pompeo daxwazî ji dewletên endam ên NY kir ku pabendî sepandina van cezayan bibin û got:

“Nepabendbûna dewletên endam, wê arîşeyan bi xwe re bîne.”

Mike Pompeo da zanîn ku rojên bê, ew ê hin rêkarên din ji bo xurtkirina pêkanîna cezayan ragihînin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ê nehêlin Îran tankên Çînî û pergalên parastinê yên Rûsî bi dest bixe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî dibêje:

“Qedexeya çekan wê heta demeke nediyar bê dirêjkirin.

Wê gelek çalakiyên bernameya Îranê ya nuklerî û palistî di bin bandoran cezayan de bin.”

Fransa Birîtanya û Almanya bi nameyeke hevbeş bo NY anîbû ziman ku çi biryar an jî rêkareke Amerîka ya vegerandina cezayan li ser Îranê, wê ti bandoreke wê ya qanûnî tune be.

Li aliyekî din, Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Gotîrêş da xuyakirin ku ji ber gumandariya van cezayên Amerîkayê, ew nikare ti rêkaran bigire dest.

Snapak, mekanîzmeyeke biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2231 ye.

Li gorî wê, cezayên aborî ji ser Îranê radibin, lê dema Îran peymanên nuklerî yên sala 2015’an binpê bike, ji mafê her dewleteke endam e ku mekanîzmeya Snapakê li dijî wê bi kar bîne.

Back to top button