Li Xaneqînê çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Um Hunte kirin û zarokek kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundekî Xaneqînê kirin û di encama êrîşê de zarokek jiyana xwe ji dest da.

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Um Hunte ya ser bi bajarokê Gulale a ser bi navçeya Xaneqîna ya ser bi Diyalayê kirin.

Di encama êrişê de zarokê bi navê Enwer Mizel jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Asayîşa bajarokê Koksî ya ser bi Kifrî Şemal Ebdulrehman, ji Rojnews re da zanîn ku çeteyan bi çekên qernas êrişî xelkê gund kirin û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû.

Şemal eşkere kir tevî hemû hewildanan jî zarokê birîndar jiyana xwe ji dest da.

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê di dema dawî de li derdora Xaneqînê û li giştî Iraqê zêde bûye .

Back to top button