LI DU EYALETÊN ÎRANÊ ÊRÎŞ ENDAMEKÎ BESÎÇ HAT KUŞTIN

Li eyaletên Sîstan û Belûcîstan ên Îranê li dijî hêzên Mûhafizên Şoreşê ji aliyê kesên ne nas ve çalakiyek hate kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li bajarê Nîkşehr komeke çekdar hêzên Baregeha Qudus a Mûhafizên Şoreşê kiriye hedef.

Hate ragihandin ku êrîş sibê pêk hatiye û endamekî Besîç di êrîşê de hatiye kuştin.

Hêzên Baregeha Qudus têkildarî êrîşê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, endamê Besîç ango Hêzên Seferberiyê hatiye kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.”

 

Leave a Reply

Back to top button