Berdevkê Asayîşê: 700 hewldanên revê yên malbatên DAIŞ’ê hatin têkbirin

Berdevkê Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bîlançoya hewlidanên revandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê eşkere kir û wiha got:
hewlidanên revê piştî êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê zêde bûn. Dewleta Tirk hewl dide bi pereyan çeteyan birevîne.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî berî çend rojan hewldana revê ya jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de têk birin.

Gelek caran jin û zarokên DAIŞ’ yên di kampê de hewl dan birevin.

Hewldanên revê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re zêde bûn.

Jinên hewl didin birevin ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin girtin, li xwe mikur hatin ku têkiliyên wan bi çeteyên li herêmên dagirkirî hene da ku wan derbasî Tirkiyê bikin.

Berdevkê Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî Elî Hesen diyar kir ku hewldanên revê ji kampa Holê ranewestiyane û wiha got:

“Hewlidanên malbatên DAIŞ’ê piştî ku hêzên Asayîşê derbasî şerê li dijî şaneyên veşartî bûn pêk hat.”

Derbarê hejmara hewlidanên revê yên malbatên DAIŞ’ê ji sala 2019’an ve heya niha berdevkê Asayîşê ev tişt anî ziman:

Hejmara hewlidanên revê yên malbatên DAIŞ’ê heya niha bêtirî 700’î ye, hemû hewlidan jî ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin têkbirin.

Hêzên me hemû kesên beşdarî hewlidana revandina malbatên DAIŞ’ê bûn hatin girtin û sewqî edaletê hatin kirin.

Hesen eşkere kir ku hewldanên revandina malbatên DAIŞ’ê bi rêya wesayîtên rêxistinên li kampê kar dikin, pêk tê û da zanîn piraniya torên revandina malbatên DAIŞ’ yên hatin girtin, girêdayî Îstixbarata Tirkiyê ye.

Di dawî de berdevkê Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî Elî Hesen îşaret bi têkiliyên Rêveberiya Xweser bi dewletan kir û wiha got:

“Rêveberiya Xweser bi dewletan re têkiliyan ava dike da ku jin û zarokên DAIŞ’ê vegerîne.

Rêveberiya Xweser, piştî ku hikumetên wan vegera wan erê kir gelek jin û zarokên DAIŞ’ê vegerandin welatên wan.”

Back to top button