Dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle

Dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû dihêle.
Girtiya bi navê Berfîn Dogan tevî ku nexweşe jî nayê derman kirin.

Girtiya bi navê Berfîn Dogan li Girtîgeya Jinan a Tarsûsê girtî ye, bi rêya malbata xwe ragihand ku tevî ku nexweş e û bi mehan e pozê wê xwîn dibe lê sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.

Her wiha Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergis Şahin ragihand ku rewşa tenduristî ya girtiyê bi navê Mihemed Emîn Ozkan ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 24 sale girtî ye nebaş e.

Ozkan ji ber şertên girtîgehê û îşkenceyê giran e, nema dikare pêwistiyên xwe yên jiyanî pêkbîne. Êdî nikare bimeşe,bi axive, wek saxekî miriye.

Meral Şahîn bang rayedaran kir ku beriya Ozkan jiyana xwe ji dest bide wî berdin.

Beriya 3 rojan welatparêzê kurd Takiyettîn Ozkahraman yê 75 salî, ev 3 sal bû di girtîgeha Tîpa L a Patnosê de bû ji ber ku digirtîgehê de nehatibû dermankirin ji ber pirsgirêkê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button