Li Şehbayê sibe festîvala Lêlûn a Navnetewî dest pê dike

Piştî demekê ji bendewarî û amadekariyan, sibe festîvala Lêlûn a Navnetewî dest pê dike.

Jimarek ji derhênerên Cîhanê beşdarî festîvalê bûne û dê herî zêde balê bikşînin ser berxwedana Serdemê.

Di Festîvalê de dê 58 fîlm weke rojên berxwedanê werin pêşandan.

Li gorî komîteya amadekar, piştî 6 mehan ji amadekariyan ev festîval 21 Îlonê dest pê dike û heta 27 Îlonê dewam dike.

Her wiha hat zanîn jî ku dê fîlm li Kampên Berxwedan û Serdemê werin pêşandan.

Derbarê Amadekariyên dawî yên festîfavalê de Endamê Rêveberiya Festîvalê Mesûd Kirad diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe temamkirine benda sibê ne.

Back to top button