Li Mêrdînê kampanya “Em xwe diparêzin” destpê kir

Li Mêrdînê, jinên ku di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” a TJA’yê de li hev kom bûn, peyama “Em ê li hemberî zilmê serî netewînin” dan.

Li Mêrdînê, starta kampanyeya “Em xwe diparêzin” ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, hat dayîn.

Jinên ku li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li hev kom bûn, têkildarî kampanyayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Aktîvîsa TJA’yê Eylem Amak daxuyanî xwend û wiha got:

“Kuştina jinan û êrîşên zayendî, di demên dawîn de li herêmê pir zêde bûne.

Lê me li dijî van hemû êrîşan paşve gav neavêt.

Çi dibe bila bibe emê xwe radestî zîhniyeta serdest a pergala mêr nekin.

Em ê li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîna xwe ya hepar dewam bikin.

Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button