Rewşenbîr û nivîskaran li Amedê Apê Mûsa bibîr anîn

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li taxa Seyrantepe ya Amedê, ku beriya 28 salan ji aliyê hêzên dewletê ve cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn.
Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter di bîranînê de got:
“Pênûsa bavê min li erdê nema.
Şitlên wî şîn bûn, mezin bûn û di rêça wî de dimeşin.”

Zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona 1992’yan de ji aliyê JÎTEM’ê ve li taxa Seyrantepe ya Amedê hatibû şehîdkirin.

Apê Mûsa ji aliyê şagirtên xwe û siyasetmedarên kurd ve li cihê ku lê hatibû şehîd kirin hat bibîranîn.

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney û kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî di nav de gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Serdar Altan di dema bîranînê de axivî û diyar kir ku hezkirî û şagirtên Apê Mûsa ew bi tenê nehiştine.

Ayşe Guney jî destnîşan kir ku Apê Mûsa ne tenê ji bo çapemeniya azad û çapemeniya Kurd her wiha ji bo têkoşîna gel jî bûye nîşaneya wêrekiyê ya her kesî û rojnamevaniya jin.

Ayşe Guney got,

“Em, rojnamevanên jin li ser rêya rastiyê ya Mûsa Anter, bi pênûsa xwe, bi kadraja xwe dimeşin.”

Kurê Apê Mûsa Dîcle Anter jî diyar kir ku pênûsa bavê wî ti carî li erdê nemaye.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku li gel mikurhatinên JÎTEM’ê ku gotibûn ‘me kiriye’, 28 sal in kiryar nehatiye dîtin.

Meral Daniş Beştaş got,

“Hevrêyên Mûsa Anter, rojnamevanên li ser şopa wî wê paşeroja me ronî bikin.”

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn cihê ku Mûsa Anter lê hate şehîdkirin.

Back to top button