Mazlum Ebdî: Armanca me ewe em hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî têkildarî diyalogên kurdî-kurdî diyar kir armanca wan ewe ku hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin.

Ev demeke gote gotên ku Însiyatîfa ENKS û PYNK’ê nahêle partiyên wek Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) tevlî hevdîtinên kurdî-kurdî bibin tên kirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Însiyatîfa me ya yekitiya kurd li gorî pîvana xwe ya nîştimanî berdewam dike.

Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.

Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin.

Agahiyên der barê vê yekê de ne di cih de ne.”

 

Back to top button