Fuad Hisên: Divê Tirkiyê rêzê ji serweriya Irqaê re bigire

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên got yek ji mercên wan yên ji bo danûstandina li gel Tirkiyê rêzgirtina serweriya Iraqê ye

Fuad Hisên têkildarî serdana xwe ya dawî li Ewropayê ji rojnameya Şerqulewsetê re axivî.

Hisên diyar kir ku yek ji armancên serdana wî ya li Parîsê, amadekariyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Fransayê ye ku wê meha Cotmehê serdan bike.

Hat destnîşankirin ku yek mijarên dê Kazimî li gel rayedarên Fransa nîqaş bike, daxwaza Iraqê ya ji bo kirîna çekên Fransî ye.

Fuad Hisên binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê rexne kir û diyar kir ku yek ji mercên wan ên ji bo danûstandinên li gel Tirkiyê rêzgirtina li serweriya xaka Iraqê ye.

Fuad Hisên: Nabe ku xaka Iraqê ji bo lêdana kesên din bibe qadek

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên got ku Iraq naxweze navbera wê û Tirkiyê xerab bibe û diyar kir ku nabe xaka Iraqê ji bo lêdana kesên din bikin qadek.

Hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ji bo Bexdayê hatiye vexwendin.

Back to top button