Bi vekirina deriya Ewn El-Dadat ji bo vegera şêniyên herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên dagirkirî, îro artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Ewn El-Dadat tobaran kir di encamê de 2 jin birîndar bûn.
Nûçegehanê me yê li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.
Di encamê de 2 jin birîndar bûn, yek ji wan di dest û lingê xwe de birîndar bû.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê her du jinên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê.
Ji bo vegera şêniyên herêmê, Rêveberiya xweser duh deriya Ewn El-Dadat vekir û heta 30 Îlonê vekirî bimîne.