ŞERVANÊN YPG’Ê ÊŞKENCEKARÊ DAIŞÎ YÊ ESLÊ XWE ALMAN GIRT

Dema operasyona paqijkirina Dêrazorê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê hêzên YPG’ê êşkencekar û îstîxbaratkarê DAÎŞ’ê yê bi navê Martîn Lemke girt

Şervanên YPG’ê ku beşek sereke ji hêzên QSD’ê ye di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de welatiyekî din ê Alman bi saxî girt.

Çeteyên DAÎŞ’ê yê bi navê Martîn Lemke, dema ku bi hevjînê xwe re ku yek jê Alman û yek jê Fransiz bû dixwest ji Dêrazorê bireve, hate girtin.

Çete Lemke ku li Almanyayê ji dayik bûyî, 2012’an li Hîldesheîm a Almanya komên radîkal nas kirine.

Lemke ku bi alîkariya berpirsê DAÎŞ’ê yê Almanyayê Abû Walaa tevlî DAÎŞ’ê bûyî, dawiya 2014’an bi hevjîna xew ya Fransiz Julîe M. hatiye Sûriyê.

Martîn Lemke ku li Hîsbahê ya di bin kontrola DAÎŞ’ê de li nav yekîneya polîsan xebitî.

Piştre li Amniyatê di nav rêxistina îstîxbarî ya çeteyê de dixebite.

Tê gotin Lemke kesên ku DAÎŞ guman ji wan dibir direvandin, bi êşkenceyê ew didan axaftin û gelek girtîgeh di bin berpirsyariya Lemke de bûne.

Li gel Lemke û du hevjînên wî, di destê YPG’ê de 38 welatiyên Almanyayê yên DAÎŞ’î girtî ne.

Rêveberiya Rojava ev demek e ji bo endamên çeteyan ên welatiyên Alman bang li rêveberiya Berlînê dikir.

Rêveberiya Berlînê jî tenê gotibû ew ji bo welatiyên xwe yên navborî bistînin, dixebitin.

Destpêka Çile, Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihandibû ku di operasyona bajarokê Hecînê û derdora wê ya Dêrazorê de, 8 endamên çeteyan ên ji Ozbek, Tacîk, Qezak, Ukraynî, Rûsî, Emerîkî û Alman bi saxî hatine girtin.

Têkilî Lucas Glab, ê welatiyê Alman e, li Almanyayê biryara girtine hate standin

Niha 2700 çeteyên DAÎŞ’ê ku ji hêla yekîneyên taybet ên YPG’ê ve hatine girtin, li girtîgehên bakur û rojhilatê Sûrî têne hiştin.

Ji 46 welatanên Rojavayî zêdeyî 800 çete di girtîgehên bakurê û rojhilatê Sûrî de ne.

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûrî ev demeke bang li Emerîka, Fransa û Almanya darizandina DAÎŞ’iyên biyan bigrin ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button