Nîhad Ehmed: Divê hikumeta Başûr dev ji xizmeta dagirkeran berde

Li dijî PDK`ê ku hêzên leşkerî li ser sînorê Rojava kom dike bertek zêde dibin. Endamê Komîteya Navnedî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir dev ji kirinên ku dikevin xizmeta dewletên dagirkerên Kurdistanê berde.

Nîhad Ehmed anî ziman “Kirinên bi vî rengî çareseriyên siyasî ku aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyê hewl didin pêk bînin, asteng dike.”

Ehmed got: “Kurdistan di qonaxeke nazik re derbas dibe. Ji partiyên siyasî yên Kurdî tê xwestin ku di raya giştî de xwedî nêrîneke hevpar bin, da ku destkeftiyên gelê Kurd û bi taybetî li Rojava biparêzin.”

Nîhad Ehmed hêvî kir ku partiyên kurdî ji çarçoveya berjewendiya partiyetî ya teng derkevin û destekê bidin gelê Rojava.

2014`an jî dema ku PDK`ê li ser dirêjahiya xeta sînorê bi Rojava re xendek koland gelê Rojava bi hêrs bû û li ser sînor xwepêşandan pêk anîn

Back to top button