Êşkence li malbateke Sûrî hat kirin û pereyên wan jî hatin dizîn

Malbatek ji Sûriyê dema xwest di sînorê Serêkaniyê de derbas bibe hatin girtin û leşkerên Tirk êşkence li wan kirin. Malbatê li ser êşkenceya li wan hatiye kirin giliyê leşkeran kirin.

Li gorî nûçeya Mezopotamyayê, Ehmed el Hesen , hevjîna wî û 5 zarokên wan di 9’ê tebaxê de şev xwestine derbasî Serêkaniya Rihayê bibin. Lê leşkerên li ser sînor wan girtin û 3 saet li ser sînor sekinandine û êşkencekirine.

Malbatê têkildarî êşkenceya li wan hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Mêrdînê û Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê dan û piştevaniya hiqûqî ji wan xwestin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê parêzer Fevzî Adsiz jî têkildarî diyar kir ku bûyerên bi vî rengî li ser sînor zêde bûne û serlêdanên ji bo wan jî zêde bûne.

Back to top button