PKK: Divê gelên Ereb û hêzên demokratîk-sosyalîst tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibin

PKK’ê diyar kir ku tifaqa kurd û Ereban ya stratejîk a ku li ser bingeha yekîtiya gelan pêk tê ew ê her cure gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst pûç bike.
PKK’ê ji bo tevlîbûna pêngava KCK’ê bang li gelê Ereb, hêzên demokratîk û sosyalîst kir ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibin.!

Komîteya Rêveber ya PKK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava KCK’ê ya azadiyê ya li dijî dagirkeriyê.

PKK’ê diyarkir ku divê her kes bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibe û ji bo vê jî seferber bibe. Ji ber ku pêngava berxwedan û azadiyê pêngava herkesî ye.

PKK‘ê got:

“Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin û azadî bê afirandin. Wê demê tu jî tevlî pêngava berxwedan û azadiyê bibe! Tu jî li dijî faşîzmê têbikoşe û azadiyê bi dest bixe!”

PKK’ê dazanîn ku pêngav ji bo hilweşandina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û têkbirina êrîşkariya dagirkeriyê ye.

PKK’ê diyar kir wê ev pêngav dawî li tecrîda li îmraliyê bîne, Kurdistaneke azad ava bike û Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

PKK’ê di daxuyaniya xwe balkişand li ser tifaqa kurd-ereb û ji bo beşdariya pêngavê û got:

“Pir zelal e ku têkilî û tifaqa di navbera gelên Kurd û Ereb de di roja me de ji bo Rojhilata navîn tifaqa herî şoreşger û stratejîk e.

Ev tifaq û têkoşîna li ser vê bingehê pêk tê ew ê her cure gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst pûç bike.

Ev tifaq wê li ser bingeha azadî, xwîşk û biratiya gelan wê Rojhilatek Navîn a nû ava bike.

Li ser vê bingehê, di serî de gelên Ereb û hêzên sosyalîst-demokratîk, em bang li hemû siyaseta Ereb dikin ku bi awayekî çalak tevlî pêngava me ya berxwedan û azadiyê ya ku me li ser esasê têkoşîna hevpar li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst daye destpêkirin bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Back to top button