Parêzerê girtiyên Tevgera Azadî: PDK nahêle em bi girtiyan re hevdîtinê bikin

Parêzerê girtiyên Tevgera Azadî Herêm Refet da xuyakirin ku heta niha rê nehatiye dayîn ku serdana wan bike.

Herêm Refet da zanîn ku heta niha ew nizanin bê ev girtî di kîjan girtîgehê de ne û aliyên peywendîdar jî ti agahiyan der barê wan de nadin.

Parêzer Eşwaq Necîb jî bal kişand ku divê di nava 24 saetan de îfadeya tawanbaran li gorî qanûnê were eşkerekirin, lê hikûmet vê yekê jî binpê dike.

Li gorî agahiyan, Asayîşa PDK’ê heta niha zêdeyî 10 endamên Tevgera Azadî li Hewlêrê binçav kirine û çarenûsa wan nehatiye diyarkirin.

Berpirsyarê Rêxistina Kurdistanê ya Mafên Mirovan a Dihokê Hemdî Berwarî jî da xuyakirin ku roj bi roj mafên mirovan tên binpêkirin û rewşa herêmê ber bi xerabiyê ve diçe.

Berwarî destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê danûstandineke nebaş digel birîndar û çalakvanan dikin, wan êşkence dikin û şerê derûnî li ser wan dimeşînin.

Back to top button