Faşîzma dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê

Rêbaza salên 90’î li navçeya Şax ya Wanê derket holê

Ispat bu ku leşkerên dewleta Tirk her du gundiyên bi navê Osman Şîban, Servet Tûrgût ji helîkoptêrê hatine avêtin.

11’ê Îlonê leşkerên dewleta Tirk li navçeya Şaxê ya Wanê du gundiyên bi navê Osman Şîban, Servet Tûrgût binçav kiribûn.

Leşkerên artêşa dagirker êşkenceyek giran wan gundiyan dike piştre wan radikin beşa lezgîn a nexweşxaneya Wanê.

Birayê Osman Şiban Cengîz Şiban ku binçvakirina Osman Şîban, Servet Tûrgût re şahîdikiriye diyar kir ku leşkeran hemû gundiyan li meydana gund komkirin û gefa kuştinê li wan xwarin. Piştre Osman Şîban, Servet Tûrgût avêtin helîkopterê û birin.

Cengîz Şiban diyar kir ku wan piştre birayê xwe di nexweşxaneyê de dît ku li her derê laşê wî hatiye şikandin.

Her du welatî ku êşkenceya giran li wan hatiye kirin û “ji helîkoptêrê hatin avêtin” û vê yekê jî di rojevê de cih girt.

Her çendî dewletê ev yek destpêkê red kir jî piştre di rapora Tibî ya Osman Şîban de hat destnîşankirin ku ew ji helîkoptêrê hatine avêtin.

HDP: Kiryarên hikûmeta AKP’ê ji salên 90’î xirabtir e

Piştî ku ispat bu gundî ji helîkopterû de hatine avêtin HDP’ê derbarê mijarê de daxuyanî da diyar kir ku ev hovîtî ji salên 90’î xerabtir e.

HDP’ê bang li desthilatdariya AKP-MHP’ê kir ku ger ev sûc bi fermana hikumetê pêk nehatibe divê hikumet teqez daxuyaniyekê bide.

HDP’ê dazanîn ku ew kesên zilmkar û bê exlaq hişyar dikin, gel wê ji êrîşên we netirse û stûyê xwe xwar neke û got:

“Ti qetlîam û darbe nikare gelê Kurd bide sekinandin. Hûn ê di bin sûc û êşkenceya xwe de bimînin.”

Back to top button