Bi dirûşmeya “Gulek tenê gulistanê çênake”îro di saetên êvarê de çalakiyên Mîhrîcana Lêlûn a Fîlm ya Navneteweyî li Şehbayê dest pê dike.
Komîteya amadekar a çalakiyên mîhrîcanê bernameya çalakiyan û fîlmên ku di rojên mîhrîcanê de bên pêşandan, eşkere kir û got:
Di roja yekemîn a Mîhrîcanê rêveberiya mîhrîcanê û Rêveberiya Xweser axaftinan bikin û komên foloklorî û komên stranan pêşandanên xwe nîşan bidin.
Di roja duyemîn de jî fîlmên beşdarî pêşbirka mîhrîcanê bûne wê werin nîşandan ji xwe 58 fîlmên dirêj, kin û dekomenter wê werin pêşandan.
Festîval îro li Kampên Berxwedan û Serdem dest pê bike û heta 26`ê mehê wê berdewam bike.